Ji Washingtonê name bo NY: Dijatîya Îsraîlê dijatiya Amerîkayê ye

PeyamaKurd- Rêvebiriya Koşka Spî ya Amerîkayê nameyek ji welatên endamên Neteweyên Yekbûyî (NY) re şand û tê de got, “Her gaveke ku hûn li dijî Îsraîlê biavêjin, li dijî berjewendiyên Amerîkayê ye jî.”
Neteweyên Yekbûyî hefteya bê wê li New Yorkê bi beşdariya piraniya welatan civînekê li dar bixe ku armanca wê, nirxandina derfeta gihîştina ‘çareseriya du dewletî ya di navbera Îsraîl û Filistînê de’ ye.
Di nameya Amerîkayê ya ku 10ê Hezîranê ji endamên NY re hatiye şandin de, li ser beşdariya di wê konferansê hişyarî bo welatan tê dayîn.
Di nameyê de hatiye gotin: “Welatekî ku piştî konferansê gavên li dijî Îsraîlê biavêje, wekî kiryarek li dijî berjewendiyên siyaseta derve ya Amerîkayê dê were hesibandin û dibe ku ji aliyê Washingtonê ve rastî encamên dîplomatîk were.”
Ajansa Reutersê ku name bi dest xistiye ragihandiye, ev gav bi tevahî berevajî hewlên dîplomatîk in ku Fransa û Erebistana Siûdî dê li konferansa New Yorkê bi armanca danîna nexşerêyekê ji bo avakirina dewleteke Filistînê tevî misogerkirina ewlehiya Îsraîlê mêvandariyê bikin.
Name hişyariyê dide ku beşdariya konferansê hewlên berdewam ên ji bo bidawîanîna şerê Xezeyê û berdana dîlan lawaz dike.
Rêvebiriya Amerîkayê diyar kiriye: “Amerîka dijberiya wan gavan dike ku bibin sedema naskirina yekalî ya dewleta Filistînê, ji ber ku ev yek astengiyên mezin ên yasayî û siyasî ji bo çareseriya dawî ya nakokiyê zêde dike.”
Hêjayî gotinê ye, ev gav di demeke ku zextên Ewropayê ji bo naskirina dewleta Filistînê zêde dibin hate avêtin.
Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.




