Qezaya balafirê li Hindistanê: Tenê rêwiyek hate rizgarkirin

PeyamaKurd- Li Hindistanê, di encama ketina balafira rêwiyan a ku piştî çend saniyeyan ji rabûnê li herêmeke niştecihbûnê de, 204 kes mirin û 41 kes jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku yek ji rêwiyan bi saxî hatiye rizgarkirin û li nexweşxaneyê tê tedawîkirin. Hate ragihandin ku ji rêwîyên balafirê jî heta niha tenê kesek hatiye rizgarkirin ku tê tedawîkirin.
Balafira rêwiyan a girêdayî Air India ku sefera Ahmedabad-Londonê dikir, piştî rabûnê bi çend saniyeyan li kampûsa zanîngehê ket. Li gorî agahiyên polîsê Ahmedabadê, piştî qezayê 204 cenaze hatin dîtin û 41 birîndar jî di bin tedawiyê de ne.
Hate gotin ku mirî û birîndar hem di balafirê de bûn hem jî li cihê bûyerê bûn. Hat zanîn ku rêwiyê bi navê Ramesh Vishwaskumar Bucharvada ji qezayê rizgar bûye û li nexweşxaneyê tê tedawîkirin.
Li gorî daneyên radarê, balafira bi tîpa Boeing 787 Dreamliner a bi hejmara seferê AI171, tenê 190 metre bilind bûbû ket. Li gorî agahiyên ji kontrola trafîka hewayî ya Balafirgeha Ahmedabadê, balafira ku saet di 13.39an de rabûbû, bangawaziya "Mayday" a ku tê de sînyala rewşa awarte hebû kiribû, lê piştî wê ti pêwendî bi balafirê re nehatibû danîn. Balafira rêwiyan li kampûsa Fakulteya Tipê ya li Meghani Nagarê kete xwar û teqiya.
Li gorî Air India, di balafirê de 169 hemwelatiyên Hindistanî, 53 Brîtanî, 7 Portekîzî û 1 hemwelatiyê Kanadayî hebûn.
Ev nivîs 124 car hatiye xwendin.




