Rêberê Şîeyan Muqteda Sedir: Divê Iraq ji şer dûr bisekine

Rêberê Şîeyan Muqteda Sedir: Divê Iraq ji şer dûr bisekine

 PeyamaKurd – Rêberê Şîeyên Iraqê Muqteda Sedr got ku şer bi fermî dest pê kiriye û got, "Tenê Xwedê dizane ku ev şer dê bigihêje ku derê."

Sedr di postekê de ku li ser platforma medyaya civakî X parve kir, diyar kir ku girîng e ku Iraq nekeve şerekî nû û got,

"Iraq û gelê wê ne hewceyî şerekî nû ne. Ji ber vê yekê, divê aqilê selîm ser bikeve, divê retorîka provokatîf were bêdengkirin û divê guh li dengê aqil were dayîn."

Rêberê Şîe her weha destnîşan kir ku zêdebûna rageşiya herêmî ne tenê Îranê, lê her weha erdnîgariyeke berfirehtir jî tehdît dike.

Sedr her weha îdiayên ku dibêjin Îsraîlê di êrîşên xwe yên li dijî Îranê de qada hewayî ya Iraqê bi kar aniye anî ziman û ev rewş bi tundî rexne kir.

 Rêberê Şîe, xîtabî rêveberiya Bexdayê kir û got, "Em bi tundî bikaranîna qada hewayî ya Iraqê ji aliyê Siyonîstan ve şermezar dikin û got, "Heke we derfet hene, mekanîzmayên navneteweyî bikar bînin da ku Îsraîlê ceza bikin da ku pêşî li dubarebûna van binpêkirinan bigirin." 

Sedr di dawiya daxuyaniya xwe de behsa hilbijartinên pêşerojê jî kir û îdia kir ku hin derdor hewl didin ku rageşiya heyî ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar bînin.

Sedr got, "Hin komên berjewendiyê dixwazin bi belavkirina tirsê di nav gel de vê rewşê veguherînin destkeftiyeke hilbijartinê. Divê gelê Iraqê guh nede gotinên wisa yên bêberpirsiyar."  

Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.