Xameneyî bo Îsraîlê: Bersiv wê pir dijwar be

Xameneyî bo Îsraîlê: Bersiv wê pir dijwar be

PeyamaKurd – Rêberê Îranê Elî Xamineyî diyar kir ku di êrîşên Îsraîlê de hin fermandar û zanyar jiyana xwe ji dest dane û ragihand ku ew ê bi tundî bersivê bidin Îsraîlê.

Li gorî televîzyona dewletê, Elî Xamineyî peyamek nivîskî derbarê êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê de belav kir.

Xamineyî di peyama xwe de got ku Îsraîlê bi êrîşa li ser wargehên niştecihbûnê "xwezaya xwe ya xerab" nîşan daye û got jî, "Divê ev rejîm bizanibe ku cezayek giran li benda wê ye."

Xameneyî diyar kir ku hêzên çekdar ên Îranê Îsraîlê bi tenê nahêlin û got, "Di êrîşên dijmin de gelek fermandar û zanyar şehîd bûn. Yên ku şûna wan girtin û hevkarên wan wê tavilê erkên xwe bi cih bînin." nirxandinek kir.

Xameneyî di peyama xwe de got, "Rejîma Siyonîst bi vê kuştinê çarenûsek bi êş û azar ji xwe re amade kiriye û bê guman wê cezayê wê bistîne."

"Wan bi piştgiriya Amerîkayê êrîş kirin"

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Îranê, Tuxgeneral Ebolfazl Şikarçî jî îdia kir ku Amerîka piştgiriyê dide êrîşên Îsraîlê.

Şikarçî got, "Îsraîlê êrîşên xwe yên li ser Îranê bi alîkariya Amerîkayê pêk anîn. Ew ê bedelên giran bidin."

 
Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.