Mesrûr Barzanî beşdarî şîna Kerîm Şingalî bû

Mesrûr Barzanî beşdarî şîna Kerîm Şingalî bû

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, tevlî behiya Wezîrê Navxwe yê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî bû.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 12ê Hezîranê, piştî nîvro li bajarê Hewlêrê tevlî behiya Wezîrê Navxwe yê berê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî bû.

Serokwezîr Barzanî sersaxî ji malbat û kesûkarên rehmetî re xwest û hevxemiya xwe anî ziman. Herwiha hêvî kir ku Xwedayê mezin canê wî bi bihuştê şa bike û sebir û hedarê bide malbat û kesûkar û hevalên wî.

Malbata Kerîm Şingalî jî ji aliyê xwe ve spasî û rêzên xwe ji bo amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî di şîna wan da anîn ziman.

Ev nivîs 98 car hatiye xwendin.