Kesê di Çemê Mûradê de wenda bûbû cesedê wî hat dîtin

Kesê di Çemê Mûradê de wenda bûbû cesedê wî hat dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê (Elazığ) li navça Paloyê (Palu) kesê bi navê Hacı Resul Doğan (36) ji bo xwe hînik bike ket ava Mûradê û di çem de wenda bû.

Piştî lêgerîna tîmên pêwendîdar xwe gihandin cesedê Doğan û cesedê wî ji avê derxistin. Ji bo otopsiyê cesedê wî birin morga nexweşxanê. Li ser bûyerê lêpirsîna edlî hat destpêkirin.

Ava Mûradê çemê herî meznie ku dikeve ser Çemê Firatê.

Ev nivîs 69 car hatiye xwendin.