Agir bi daristanên navça Foçayê ya Îzmîrê ket

PeyamaKurd – Li bajarê Îzmîr a Tirkiyê li navça Foçayê agir bi daristanê ket û ji vemirandina agir ji hewa de bi 4 balafir û 6 helîkopteran û ji bejayiyê de bi tîmên bejayiyê dixebitin da agir vemirînin.
Agir, seet di 12.21an de ewilî bi taxa Yeniköyê ket û li ser kesên deverê fêmkirin ku agir bi daristanê ketiye, xeberê dan rayedaran. Bi koordinasyona rêvebiriya daristanê ya herêma Îzmîrê ji hewa de bi 4 balafir û 6 helîkopteran dest bi mudaxelê kirin. Ji bejayiyê de 25 arazoz, 7 erebên gadirtina avê û 4 dozeran dixebitin.
Bi hatina baya gur re jî, agir zû belav dibe lê hat ragihandin ku li jîngehan tedbîran sitendine.
Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.




