Balyozê Îranê li NYyê: Îsraîlê bi êrîşên li ser tesîsên nukleerî qanûnên navneteweyî binpê kir

Balyozê Îranê li NYyê: Îsraîlê bi êrîşên li ser tesîsên nukleerî qanûnên navneteweyî binpê kir

PeyamaKurd – Balyozê Îranê yê li Neteweyên Yekbûyî, Seîd Îravanî, di civîneke Konseya Ewlehiyê ya NY de Îsraîl bi êrîşên li ser tesîsên nukleerî yên di bin parastina Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA), saziyên leşkerî, binesaziya sivîl û deverên niştecihbûnê tawanbar kir.

Îravanî diyar kir: “Îsraîlê êrîşî tesîsên nukleerî yên parastî kir. Ev kiryareke bêwijdan û sûc bû û çêdibû ku rê li ber karesateke radyolojîkî ya berfireh vekira.”

Wî anî ziman ku ev êrîş, ku tê de 78 Îranî hatin kuştin û zêdetirî 320 kes birîndar bûn, piranî sivîl, jin û zarok, binpêkirina peymanên NYyê ye.

Îravanî got: “Ev êrîş ne tenê li ser Îranê, lê li ser rêziknameya hiqûqî ya navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û her neteweyekî bû ku baweriya xwe bi serdestiya qanûnê tîne.”

Balyozê Îranê destnîşan kir ku Îsraîlê bi piştgiriya Dewletên Yekbûyî kampanyayeke kuştinên armanckirî li dijî zanyar, berpirsên payebilind û sivîlan dimeşîne, û ev kiryar wekî “îlankirina şer” bi nav kir.

Wî hişyarî da:

“Îran dê mafê xwe yê xwerû yê parastina xwe li gorî Madeya 51ê ya Peymana NYyê bi kar bîne. Bersiva me dê qanûnî, rêjeyî û bi biryar be, di wextekî de ku em ê hilbijêrin.”

Îravanî bang li Konseya Ewlehiyê kir ku Îsraîlê şermezar bike û got: “Divê Konseya Ewlehiyê erkên xwe bi cîh bîne û serweriya hiqûqê biparêze. Îsraîlê qanûnên navneteweyî binpê kir, divê berpirsiyar be. Bêdengî ne bêalîbûn e, bêdengî hevkarî ye.”

Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.