Îspanya 2 peymanên sîlihan yên bi Îsraîlê re betal kir

Îspanya 2 peymanên sîlihan yên bi Îsraîlê re betal kir

PeyamaKurd – Wezareta berevaniya Îspanyayê ragihand ku 2 peymanên sîlihan yên bi Îsraîlê re îmza kiribûn betal kiriye. Di nava peymanan de sîstema roketavêjan ya Silamê jî heye ku miqdarê pemanên bi Îsraîlê re betal kiriye li dora 1 milyar Euro ye.

Ragihandin ji aliyê ajansa xeberan ya Îspanyayê de hat kirin. Di nav peymanên hatine betalkirin de, paymana bi 700 milyon Euroyî ya sîstema roketavêjan ya Silamê heye.

Paymana dinê ya bi miqdarê 287,5 milyon Euro heye ku tê de sîstema fuzeyan ya Spike L.R. ya tanksawaran heye.

Ragihandina fermî ya betalkirina peymanan ji aliyê platforma giştî ya Îspanya (Plataforma de Contratación) de hat belavkirin. Ji bo ji çekên navborî re bazarê peyda bikin hukumeta Îspanyayê li çareyan digere.

Betalkirina peymanan di çarçova givaşên ser Îsraîlê de hat kirin ku di hefteya borî de serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sánchez ragihandibû.

Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.