PDKS: ‘Danûstandina bi Şamê re bêyî vegera Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî bêwate ye’

PeyamaKurd- Partiya Demokrata Kurd li Sûriyeyê (Al Partî) bi daxuyaniyekê ragihand ku her diyalogeke di navbera tevgera siyasî ya Kurd û hikûmeta Şamê de, heta ku çarenivîsa Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî nekeve rojeva sereke, wê kêm û bêwate bimîne.
Al Partî da xuyakirin, ev bajar ne tenê hatine dagirkirin, belkî rastî yek ji berfirehtirîn operasyonên guhertina demografîk û koçberkirina bi zorê di dîroka Sûriyeyê ya nûjen de hatine û hate gotin: "Zarokên van herêman îro li kampên li herêmên Reqa, Hesekê û Qamişlo an jî li welatên cîran dijîn, di demekê de ku niştecihên Kurd ên resen hatine koçberkirin û li şûna wan niştecihên Ereb hatine anîn, û ax û nasname bûne rehîn di destê dagirkeriyê de."
Di daxuyaniyê de, vegera Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî bo xelkê wan ê resen wekî ne tenê mijareke erdnîgarî wekî "pirsgirêka maf, hebûn û nasnameyê" hate nîşandan û hate diyarkirin, "Ev veger, pîvana rastbûna her peymaneke siyasî ya pêşerojê ye û di heman demê de taqîkirineke cidî ye ji bo pabendbûna bi dirûşma 'Sûriyeyeke federal, piralî û demokratîk'."
Herwiha hate bibîrxistin, dibe hinek alî hewl bidin vî dosyayê bi hinceta "hevsengiyên herêmî" an "lihevkirinên navdewletî" bipaş bixin, lê ezmûnan selmandiye ku pirsgirêkên gelan bi paşguhxistinê çareser nabin û maf bi demê re winda nabin.
Di dawiya daxuyaniyê de, Al Partî eşkere kir ku Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî "birîneke vekirî ne di laşê Kurd û Sûriyeyê de", lê tevî vê yekê jî, ev mijar heta niha rasterast ne li ser maseya danûstandinan e. Hate gotin ku diyaloga heyî ya di navbera hêzên siyasî yên Kurd û Şamê de zêdetir li ser mijarên destûrî û ewlehiyê yên herêmên Rêveberiya Xweser disekine, lê dosyeya herêmên dagirkirî girêdayî hevsengiyên herêmî û navdewletî hatiye hiştin.
Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.




