Fransayê ji bo danûstandinên Şam û HSDê 3 cihên nû pêşniyar kir

PeyamaKurd- Çavkaniyekê ji medyaya Sûriyê re ragihandiye ku tev rawestandina danûstandinên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyê de jî Fransayê pêşniyar kiriye cihê hevdîtinan ji Parîsê were guhertin.
Li gorî pêşniyara Fransayê, Urdin, Erebistana Siûdî yan jî Herêma Kurdistanê wek cihên alternatîf hatine destnîşankirin.
Çavkaniya taybet ji Televîzyona Sûriyê re eşkere kiriye, Fransa pêşniyar kiriye cihê civîna di navbera Şam û HSDê de were guhertin û Wezareta Derve ya Fransayê li gel berpirsên HSDê ev mijar gotûbêj kiriye ku lîsteya welatên garantor ên peymanê were berfirehkirin û welatên Erebî û herêmî, di nav de Tirkiye jî, tevlî bibin.
Li aliyê din, hikûmeta Sûriyê hê jî dixwaze civîn li Şamê werin lidarxistin û tekez dike, nakokiyên bi HSDê re "pirsgirêkeke navxweyî ye û divê di nav Sûriyan bi xwe de û li hundirê welat were çareserkirin."
Hikûmeta Sûriyê berê ragihandibû, ew ji danûstandinên ku biryar bû li Parîsê werin lidarxistin vedikişe û "Konferansa Pêkhateyan" a ku meha Tebaxê li Hesekê hatibû lidarxistin wek "derbeyeke li dijî hewldanên diyalogê" bi nav kiribû.
Ajansa fermî ya Sûriyê (SANA) ji zarê jêderekî hikûmetê ve ragihandibû, Şam "dê beşdarî ti civînên li Parîsê nebe û li gel ti aliyên ku dixwazin serdema rejîma hilweşiyayî vejînin, rûnenê."
Herwiha Şamê bang li HSDê kiribû ku bi awayekî cidî "Peymana 10ê Adarê" pêk bîne û ji navbeynkarên navneteweyî xwestibû ku hemû danûstandinan veguhezînin Şamê, ji ber ku ew "navnîşana rewa û niştimanî ya diyaloga di navbera Sûriyan de ye."
Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.




