Şîrketa petrolê ya Tirkiyê konkonrdato (îflasa xwe) îlan kir

PeyamaKurd – Şîrketekî dinê ya petrolê ji ber şertên aboriyê yên Tirkiyê û dinyayê îflasa xwe (konkordato) ragihand. Şîrketa bi navê Daspetê ku navenda wê bajarê Adanaye û ji sala 2013an heya niha dixebite, ji ber krîza aboriyê îflasa (konkordato) xwe ragihand.
Şîrketa Daspet Akaryakıt ve LPG Dağıtım A.Ş., bi sedema îflasê seredana 1em Dadgeha Asliye Tîcaretê ya bajarê Adanayê kir û dadgeh 3 meh wext da Şîrketê.
Li gor qanûna Îcra û îflasê ya Tirkiy3e; eger deynê kesekî an dezge û şîrketekî dinê li şîrketa navborî hebe divê di nava hefteyekî de îtîraza konkordatoya şîrketa petrolê bike. Eger kes îtîrazê neke, wê pêvajo di wexta xwe de dewam bike.
Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.




