Li navça Qoserê cesedê zilamekî di nav zeviyê de dîtin

Li navça Qoserê cesedê zilamekî di nav zeviyê de dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Qoserê (Kızıltepe) cesedê zilamekî li dora 25 salî di nava zeviyekî vala de hat dîtin. Polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê lê heya niha nasnama cesedî nehatiye tesbîtkirin.

Bûyer, ber destê êvarê li taxa Sanayiyê çêbû. Dema xelk dît ku mirovekî di nav zeviyê de bê tevgere, xeberê dan polîsan û tîmên tenduristiyê.

Di kontrolê de hat fêmkirin ku zilam jiyana xwe ji dest daye. Cesed ji bo otopsiyê û tesbîta nasnamê birin morga nexweşxana dewletê ya navça Qoserê (Kızıltepe)

Di kontrola ewilî de, di cesed de şopa alavekî birînê an alavekî kunkirinê an derba çeka kuştinê nehat dîtin. Lêpirsîna polîs ya li ser bûyerê dewam dike.

Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.