Îsraîlê êrîşî çekdarên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kir

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê li herêma Siweydayê ya başûrê Sûriyeyê, ku piraniya nîştecihên wê Durzî ne, wesayîtên leşkerî yên hêzên hikûmeta demkî Sûriyeyê (Heyet-ul Tehrîra Şam) armanc kirine. Ev êrîş piştî nûçeyên medyaya dewletê ya Sûriyeyê hat, ku behsa êrîşeke nû li ser herêmê kiribû.
Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, êrîşên asmanî li dijî wesayîtên leşkerî yên rejîma Sûriyeyê hatin kirin, ku li gorî îdîayan ji bo operasyonekê li çiyayên Durziyan ên li Siweydayê amadekarî dikir.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû û Wezîrê Parastinê Yisrael Katz ragihandibû ku wan ferman daye artêşê da ku “bi lez li dijî hêzên rejîma Sûriyeyê û çekên wan ên li herêmê" tevbigerin.
Civîna Netanyahû
Kanala 12ê ya Îsraîlê ragihand ku Serokwezîr Benjamîn Netanyahû îro serê sibê li Ofîsa Serokwezîrtiyê bi Serfermandarê Giştî Eyal Zamîr û Wezîrê Parastinê Yisrael Katz re civiyaye û derbarê êrîşên li Siweydayê û bûyerên vê herêmê nîqaş kirine.
Çima şer derket?
Du roj berê, piştî ku komên Durzî hin wesayîtên eşîrên Erebên Bedewî desteser kirin, pevçûnên çekdarî li Siweydayê dest pê kirin. Pevçûn zêdetir aloz bûn dema her du aliyan dest bi revandina sivîlan kir, ku di encamê de herî kêm 30 kes hatin kuştin û nêzî 100 kes jî birîndar bûn. Wezaretên Parastinê û Karên Navxweyî yên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hêzên leşkerî û yekîneyên taybet şandin herêmê da ku pevçûnan rawestînin, lê di êrîşên li ser konvoyên wan de 18 leşker hatin kuştin û 9 jî dîl hatin girtin.
Helwêsta Îsraîlê
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz got:
“Em ê nehêlin zirar bigihîje Durziyan, Îsraîl dê bêdeng nemîne.” Piştî vê daxuyaniyê, Îsraîlê 5 êrîşên asmanî li nêzîkî konvoyên leşkerî yên wezaretên Sûriyeyê li derdora parêzgeha Siweydayê pêk anîn.
Ev nivîs 98 car hatiye xwendin.




