PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê bangî 20 hezar leşkerên îhtîyadî kir ku wan bixe bin çekan. Bi sedema operasyona ser Îranê, pêdiviya Îsraîlê bi hinek leşkerên din çêbû. Bi 20 hezarî re jimara giştî ya ku bangî wan kirine da xebata aktîf bikin, giha 70 hezarî.
Li gor ragihandina The Times of Israelê; piştî êrîşa DYA û Îsraîlê, Îsraîl xwe bo şerekî bi temamî amade dike. Di daxwuyaniya fermî ya banga artêşê de, wê îsraîl li hemberê tehdîdên ewlehiyê, hebûna xwe ya leşkerî zêde bike.
Di daxwuyaniya fermî ya artêşê de hat gotin ku xwurtkirina hêzên bejayiyê temam bûye û hêzên taybet li ciyên girîng hatine bicîhkirin. Wê hêzên deryayê û hewayê jî teqwiye bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin