Îsraîl: "Fermandarê Hamasê İzzeddin el-Haddad hat kuştin"

Îsraîl: "Fermandarê Hamasê İzzeddin el-Haddad hat kuştin"

PeyamaKurd – Hêzên parastina Îsraîlê li bajarê Xezzayê êrîşa hewayî bir ser Hamasê û di êrîşê de fermandarê baskê leşkerî yê Hamasê yê Tûgayên İzzeddin el-Kassamê, İzzeddin el-Haddad kuşt.

Artêşa Îsraîlê IDF ragihand ku Haddad yek ji endazyarê êrîşên 7ê Cotmehê ye. Artêşa Îsraîlê got ku êrîş do çêbûye û Haddad di çaxên dawiyê de, rola wî di avakirina ji nûh de ya baskê leşkerî yê Hamasê xurt bike de heya, plan kiriye ku êrîşan bibe ser Îsraîlê û di wexta şer de kiriye ku dîlên Îsraîlê di destê Hamasê de bimîne.

Haddad, sîstema dîlan birêve dibir û ji bo nê kuştin, li dora xwe esîran bicîh dikir. Haddad, yek ji wan kesaye ku wextekî dirêje fermandariyê dike û tiştekî bi serê wî de nehatiye.