Îsraîlê kuştina fermandarê baskê leşkerî yê Hamasê radigand

Îsraîlê kuştina fermandarê baskê leşkerî yê Hamasê radigand

PeyamaKurd - Serokê baskê leşkerî yê Hamasê li Xezzeyê Mihemed Odeh, di operasyoneke hevbeş a artêşa Îsraîlê û Shin Bet (Ajansa Ewlekariya Navxweyî ya Îsraîlê) de li navenda bajarê Xezzeyê hate kuştin.

Daxuyaniyeke hevbeş a artêşa Îsraîlê û Shin Bet roja Çarşemê, 27ê Gulana 2026an de hate weşandin, hedefgirtin û kuştina Mihemed Odeh, serokê baskê leşkerî yê Hamasê li Xezzeyê, ragihand.

Li gorî daxuyaniyê, Odeh tenê du hefte berê fermandariya baskê leşkerî girtibû ser xwe. Operasyon bi êrîşkirina çend avahiyên li bajarê Xezzeyê yên ku wekî stargeh dihatin bikaranîn, hate kirin.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku operasyon piştî çend mehan ji berhevkirina îstîxbaratê ya bi hûrgilî pêk hat.

Herwiha hate destnîşankirin ku apartmanek li kêleka stargehê hate hedefgirtin û di vê apartmanê de kesek hebû ku beşdarî êrîşên 7ê Cotmehê bûbû û di navnîşek hevkarên nêzîk ên Odeh de bû.

Daxuyaniyê herwiha destnîşan kir ku "ev fermandar berê wekî serokê îstîxbaratê yê tevgerê kar dikir û berpirsiyarê plansazkirin û hevrêzkirina hedefên êrîşa 7ê Cotmehê bû."

Îsraîl Avde wekî yek ji serokên payebilind ên dawî yên baskê leşkerî yê ku şerê li dijî hêzên Îsraîlê birêve dibir, dibîne.