PeyamaKurd - Serfermandarê Giştî yê Îsraîlê Eyal Zamîr, di konferansekê de ku fermandarên payebilind ên leşkerî yên Îsraîlê beşdar bûn, axivî û diyar kir ku ew li hemû eniyan, tevî Îran û Lubnanê, "ji bo vegera pevçûnê" "amade û hişyar in."
Zamîr got, "2026 wê bi îhtîmaleke mezin li her eniyê saleke pevçûnê be," û tekez kir ku operasyona li deverên ku artêş wekî herêmên parastinê yên li Şerîda Xezzeyê, Sûriye û Lubnanê bi nav dike wê "heta ku ewlehiya wargehên li bakurê Îsraîlê were garantîkirin" berdewam bike.
Zamîr herwiha behsa talankirina bajarok û gundên ku ji hêla leşkerên Îsraîlê ve li başûrê Lubnanê têne kontrolkirin û êrîşa li ser peykerê Îsa Mesîh kir û qebûl kir ku di salên dawî de disîplîna leşkerî kêm bûye.