PeyamaKurd – Serokê Saziya Îstixbarata Brîtanyayê (MI6) Richard Moore, ragihand ku ji bo pêşîgirtina xwînrijandinê deriyê wan her tim ji rûsan re vekiriye.
Prag’da yaptığı bir konuşmada kan dökülmesini durdurmak için MI6’ya katılmak isteyen tüm Ruslara kapılarının her zaman açık olduğunu söyledi.
Richard Moore, li paytexta Çekya Pragê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand ku ew dê karmendên rûsî werbigirin û got, “Em ê pêşniyazên wan ên alîkariyê bi awayekî profesyonelî binirxînin. Wê sir û razên wan her dem bi me re di ewlehiyê de bin.”
Herwiha serokê MI6 diyar kir ku tekane çareseriya şerê Ukraynayê vekişîna leşkerên rûsî ye û Pûtîn bi gefên bikaranîna çekên nukleerî tawanbar kir ku tenê ew wan daxuyaniyên neberpirsane dide.
Richard Moore da zanîn ku tîma MI6 aqilê çêkirî ji bo rêgiriya dabînkirina xeleka çekên rûsî bikar tîne, lê aqilê çêkirî şûna sîxurên însan nikare bigire.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin