Li Hewlêrê dabeşkirina erdan dest pê kir: Karmendên bi peyman jî tê de ne

Li Hewlêrê dabeşkirina erdan dest pê kir: Karmendên bi peyman jî tê de ne

PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand ku piştî 15 salan, pêvajoya dabeşkirina erdan a li karmendan careke din dest pê kiriye. Di qonaxa yekem a vê pêvajoyê de 2 hezar fermanber dê erd wergirin.

Li gorî daxuyaniyê, ev biryar li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî hatiye girtin û karmendên sektorên leşkerî, sivîl û yên bi peyman (kontrat) li xwe digre. Parêzgar Xoşnaw diyar kir ku armanca wan a stratejîk dabeşkirina 120 heta 125 hezar parsel erd e.

Xoşnaw her weha destnîşan kir ku erdên hatine amadekirin bi awayekî nûjen hatine dîzaynkirin û hemû xizmetguzariyên giştî li wan deran hatine bicîhkirin. Fermanberên bi peyman jî dê piştî temambûna rênmayiyên yasayî ji vê mafî sûd werbigrin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin