Ji Hegseth hişyariyeke tund bo Tehranê

Ji Hegseth hişyariyeke tund bo Tehranê

PeyamaKurd - Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê Pete Hegseth, îro 16ê Nîsanê peyameke tund arasteyî Îranê kir û ragihand ku Washington bi hûrgulî cihê veşartgehên çekên Îranê dizane.

Hegseth bal kişand ser hêza leşkerî ya Amerîkayê û diyar kir ku wan niha tenê bi 10% ji şiyanên xwe Îran dorpêç kiriye. Hegseth bang li berpirsên Tehranê kir ku "bi zanaebûn" biryarê bidin, ji ber ku pêngavên serkeftî yên leşkerên Amerîkayî li herêmê nîşana hêza wan a şerker e.

Banga dîplomasiyê û zextên aborî

Hegseth di berdewamê de tekez kir ku lihevkirin û rêya dîplomasiyê di berjewendiya gelê Îranê û hemû cîhanê de ye.

Hêjayî gotinê ye, Amerîka zextên xwe yên aborî li dijî Îranê gihandiye lûtkeyê;,bi taybetî bi rêya astengkirina darayiyên Artêşa Pasdaran û betalkirina destûrîya bazirganiya petrolê ya bi Rûsyayê re.