Teqînên tund li Tehranê qewimîn!

Teqînên tund li Tehranê qewimîn!

PeyamaKurd - Di şevê de li paytexta Îranê Tehranê, ku hedefa êrîşên Amerîka-Îsraîlê ye, teqînên tund qewimîn.

Li gorî agahiyan, teqîn li navçeya Şahryar a Tehranê qewimîne.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth, di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de bi Serokê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar General Dan Caine re, diyar kir ku hejmara herî zêde ya balafirên şer û bombebaranê wê li dijî Îranê werin bikaranîn û got, "Îro dîsa roja me ya herî dijwar a êrîşan li hundirê Îranê ye. Îstîxbarat ji her demê çêtir e."