Ji Serokê CHPê peyama salvegera Komkujiya Roboskê: Hê jî berpirsên wê tên parastin

Dîroka Weşanê :
Ji Serokê CHPê peyama salvegera Komkujiya Roboskê: Hê jî berpirsên wê tên parastin

PeyamaKurd- Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel, li ser hesabê xwe yê medya civakî bi boneya salvegera Komkujiya Roboskê, ku di encama bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê de 34 sivîlên Kurd (ku 19 ji wan zarok bûn) jiyana xwe ji dest dabûn, peyameke sersaxiyê belav kir.

Ozgur Ozel di peyama xwe de wiha got:

"Ez 34 hemwelatiyên me yên sivîl ku beriya 14 salan li Şirnex-Qilaban-Roboskê bi bombebaranê hatin kuştin, bi rehmet bi bîr tînim. Ziman, ol û nîjada êş û hêsiran nîne. Her êş, bi hev re êşa Tirkiyê ye.

Xemgînî û şahiya me hevpar e. Ev komkujiya ku hîn jî berpirsên wê tên parastin, di dîroka nêz a Tirkiyê de wek şermekê dimîne. Em ê li kêleka mexdûran bisekinin. Em ê bi hev re edaletê bînin vî welatî."