Ji wî welatî, ji bo Bendava Mûsilê fona taybet hat veqetandin

Ji wî welatî, ji bo Bendava Mûsilê fona taybet hat veqetandin

PeyamaKurd- Balyozê Îtalyayê yê Bexdayê Maurizio Greganti ragihand ku ji bo tamîrkirina Bendava Mûsilê ya li ser Çemê Dîcleyê hatiye çêkirin, fînansmana taybet dane wan û di navbera Roma û Bexdayê de jî di warê birêvebirina çavkaniyên avê de "hevkariya mezin" heye.

Maurizio Greganti ji medyaya fermî ya Iraqî re got ku "Hikûmeta Îtalyayê, tamîrkirina bendava Mûsilê fînanse kir û serkeftineke mezin çêbû lewra kompaniya Îtalî Trevî ev kar kir."

Demek dirêj nîgeraniyên li ser aramiya avahiya bendavê hene, ku li ser bingehek karst di salên 1980yî de hat çêkirin û pispor hişyariyê didin ku hilweşîneke gengaz dikare gelek bajarên li dirêjahiya Dîcleyê, di nav de Bexda, bikeve bin avê.

Ev bendav di sala 2014an de ji aliyê rêxistina terorîst a IŞÎDê ve ji bo demeke kurt hatibû desteserkirin. Lê niha ji aliyê kompaniyeke Îtalî ve tê restorekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin