PeyamaKurd- Kampanyaya ‘Sêşema ji Darvekirinan re Na’ ku li dijî darvekirinên li Îranê hatiye destpêkirin, di hefteya xwe ya 102yan de ragihand, li seranserê welat girtiyên li 55 girtîgehan, li dijî dayîna cezayên darvekirinê, di grevê de ne.
Kampanyayê bal kişand ser xwepêşandanên ku li Îranê didomin û bi bîr xist ku bi sedan kes hatine binçavkirin û hate diyarkirin ku di sala 2025an de çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan didome û li Îranê zêdeyî 2 hezar û 200 kes hatine darvekirin.
Hate destnîşankirin ku di 16 rojên dawî de 167 kesên din jî hatine darvekirin.
Di daxuyaniyê de pişgirî bo xwepêşandanên dijî rejîma Îranê hate diyarkirin û hate gotin: “Em wek endamên vê kampanyayê, em kesên di serhildanên li seranserî welat de hatine kuştin, bi rêzdarî bi bîr tînin. Em desteka xwe ya ji bo gelê qehreman û alîgirê azadiyê îlan dikin û em ê heta dawî li ba gelê xwe bin. Ne gulebarandina rasterast a ciwanan, ne binçavkirinên xwendekaran, ne jî îşkence û bi zorê îtirafkirin, dê daxwaza me ya edaletê bêdeng neke. Encama vê têkoşîna piştî zext û zoriya bi salan dom kiriye, dê ji bo hemû Îranê pêkanîna azadî, wekhevî û demokrasiyê be.”