PeyamaKurd- Li bajarê Samara yê ku navenda herêma Afarê ya Etiyopyayê ye, di encama wergerîna kamyoneke ku koçber tê de bûn, karesateke mezin çêbû.
Di qezayê de 22 koçberan jiyana xwe ji dest dan û 65 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku rewşa 30 birîndaran giran e.
Karbidestên herêma Afarê bal kişandin ser mijara qaçaxçitiya mirovan û diyar kirin ku ev koçber ji aliyê navbeynkarên neyasayî ve hatine xapandin û bêyî ku ji xetereyên rê agahdar bin ketine vê rêwîtiya mirinê.
Rêveberiya herêmê hişyarî da ciwanan ku nebin qurbana qaçaxçiyan û destnîşan kir ku tîmên rizgarkirinê xebatên xwe didomînin.