Kanada çalakiyên bazirganî yên TikTokê ji ber "rîskeyên ewlehiyê" qedexe kir

Kanada çalakiyên bazirganî yên TikTokê ji ber "rîskeyên ewlehiyê" qedexe kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Kanadayê bi hinceta "xetereyên ewlehiyê" li welêt xebatên bazirganî yên TikTokê qedexe kir.

Wezîrê Nûbûn, Zanist û Pîşesaziyê yê Kanadayê Francois-Philippe Champagne derbarê platforma medyaya civakî ya Çînê TikTokê de daxuyaniyek da.

Wezîr Champagne bi hinceta "xetereyên ewlehiyê" ragihand ku wê çalakiyên bazirganî yên TikTokê bêne qedexekirin, herwiha wê ofîsên wê yên li Toronto û Vancouverê bêne girtin.

Champagne diyar kir ku hemwelatiyên Kanadayî dikarin serîlêdanê bi kar bînin û naverokê hilberînin, Champagne got, "Girîng e ku hemwelatî bala xwe bidin ewlehiya xwe ya sîber û xetereyên potansiyel ên karanîna sepanên medyaya civakî binirxînin."

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin