PeyamaKurd - Li Rojhilata Navîn ji bo gelek dewlet û grûbên çepgir dijberiya Amerîkayê û dijminiya Kurdan beriya her tiştî ye.
Koma Kemalîst û Ergenekonparêz ku baskê herî tund ê Tirkên Tirkiyeyê ye û di bin pêşengiya Dogu Perînçek de ye pirtûkekek bi navê "Rastiya Îranê" çap kir.
Pirtûk ji axaftinên Serokê Îranê Elî Xameneyî pêk tê û ji Weşanxaneya Kaynakê hatiye weşandin.
Li Rojhilata Navîn alîgiriya Esed û dijberiya Amerîkayê û Kurdan haveynê van hêzan di nav sitîlekê de meyand.
Aliyê balkêş ew e ku yek ji van kiyanan Xwedênenas û nijadperestên Tirk in, aliyê din jî şerîetparêzên Şiî û tundtirîn dînparêz in.
Lê belê ev hêz di dijberiya Kurdan de li Rojhilata Navîn gihîştine hev. Ev zihniyet îro dewleta Tirkiyê jî birêve dibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin