PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Erdoğan û serokkomarê Özbekistanê Şewket Mirziyoyev li Ankara li Kulliya serokomariyê civiyan. Piştî hevdîtinê di navbera her dû dewletan de di seha bazirganî, ewlehiya civakî û desteka ji bo karsazan peymanan îmza kirin.
Protokola hat guhertin ya peymana bazirganiya navbera her dû dewletan ji aliyê Ömer Bolat û wezîrê Özbekistanê yê veberhênan, sanayî û bazirganiyê Laziz Kudratov de hat îmzakirin.
Peymana ewlehiya civakî ji aliyê wezîrê kar û ewlehiya civakî yê Tirkiyê Vedat Işıkhan û wezîrê karên derve yê Özbekistanê Bahtiyar Saidov de hat îmzakirin.
Peymana desteka ji bo karsazan ku dê konseyekî di asta bilind de ji bo wê deynin, serokkomarê Tirkiyê Erdoğan û serokkomarê Özbekistanê Mirziyoyev îmza kirin.