PeyamaKurd – Li Hollandayê keştiya barhilgir ku tê de 2.857 erebe hene du roje dişewite. Berdevkê asayîşa hêzên peravê Edwin Grammeman ragihand ku niha tîmên îtfaiyê bikevin keştiyê, gelek talûkeye û weha dewam kir:
“Eger keştiyê tije av bikin, wê mêzêna keştiyê xerab bibe û dikare bibe sedema wergerandina keştiyê.”
Keştiya ku li girava Amelandê ya bi ser Hollanda ve ye û tê de otomobîl hene, di roja sêşam borî de agir pê ketibû û heya niha agir nehatiye vemirandin.
Li gor rayedaran dibe ku şewat bi rojan dewam bike û gelek keştî hene ku mudaxeleyê şewatê dikin. Keştiya ku ji Almanya bar dibir Misrê ya bi navê Fremantle Highway, tê gotin ku otmobîlekî bi elektrîkê dixebite agir pê ketiye û şewat jê destpêkiriye.
23 wezîfedarên keştiyê xwe ji keştiyê avêtibûn deryayê û xwe rizgar kiribûn. Yên mayî bi rêya helikopter û botan rizgar bûbûn. Di nav xebatkaran de kesekî Hindistanî can dabû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin