Hollanda balyozê xwe ji Tirkiyê bi fermî vekisand

Hollanda balyozê xwe ji Tirkiyê bi fermî vekisand

Dewleta Hollanda bi fermî balyozê xwe yê mezin ji Tirkiyê vekişand. Ev saleke ku Tirkiye nahêle balyozê Hollanda yê Ankara  Kees van Rij bikeve Tirkiyê.

Ragihandina fermî ji aliyê wezareta karê derve yê Hollandayê ve hat kirin. Hollanda wê qebûl neke ku balyozê mezin yê Tirk bo Hollanda bê tayînkirin. Her weha wezaret ragihand ku bo çareseriya vê krîzê wê ti hevdîtin neke.

Hollanda, berya referandûma 16 nîsanê îzin nedabû ku siyasetmedarên Tirk herin seredana Hollandayê û wezîra Malbat û Siyaseta Civakî Fatma Betul Sayan Kaya jî ji nava sîrorê xwe derkiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin