PeyamaKurd - Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un Koreya Başûr wek "dijminê sereke" pênase kir û destnîşan kir ku ew ji şerê bi Koreya Başûr narevin.
Ajansa Nûçeyan a Navendî ya Koreya Bakur (KCNA) ragihand ku Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un di 8 û 9ê Çileyê de serdana kargehên girîng ên cebilxane û teqemeniyê kir.
Kim Jong-un di axaftinên xwe yên di van serdanan de Koreya Başûr wek "dijminê sereke" pênase kir û destnîşan kir ku di pêwendbûna bi Koreya Başûr re armanca wan a sereke "ji bo xweparastina rewa, zêdekirina şiyana leşkerî û çavtirsandina nukleerî ye."
Kim got: "Em ê li dijî Koreya Başûr dest bi şerê yekalî nekin, lê belê niyeta me tune ku em ji şer jî birevin. Eger Koreya Başûr hewl bide hêzên xwe yên leşkerî li dijî Koreya Bakur bikar bîne yan jî ji bo serwerî û ewlehiya wê bibe gef, em ê hemû derfetên xwe seferber bikin û li dijî Koreya Başûr têbikoşin. Em ê ji bo têkbirina wê dudilî nebin.
Kim Jong-un kêfxweşiya xwe ya ii bo di kargehan de çêkirina çek û alavên şer ên nû hanî ziman û got: "Divê em zêdetir bixebitin da ku amadebûna ji şerekî re baştir bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin