PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Kuweytê Xalid el-Carullah îdia kir ku di navbera Amerîka û Îranê de danûstandina li ser kêmkirina rageşiyê dest pê kiriye.
Carullah diyar kir ku di navbera Washington û Tehranê de danûstandin û tevgerek heye û got ku Wezîrê Derve yê Umanê Yusuf bin Alewî çend danûstandin pêk anîne û destnîşan kir ku ew bawer dikin dê rêya aqil bi ser bikeve.
Rayedarê Kuweytê bi bîr xist ku hlerdu aliyên Amerîka û Îran di daxuyaniyên xwe de dibêjin, ew ne daxwazkarên şer in û ev jî ji bo kontrolkirina xeteriyên li ser herêmê hêviyê dide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin