PeyamaKurd - Şanda Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji bo beşdarî civînên opozîsyona Sûriyê bike diçe Riyadê.
Endamê komîteya derve ya ENKSê, Îbrahîm Biro ji Tora Medyayî ragihand ku îro şandeke encûmenê ku ji 2 kesan pêk tê, ber bi Riyada paytexê Siûdiyê ve birê dikeve, da ku roja Sêşemiyê beşdarî di civîna opozisona Sûriyê de bike.
Îbrahîm Biro derbarê naveroka civînan de jî got, dê di civînên li Riyadê de pêkanîna komîteya destûra nû ya Sûriyê û guhertinên li başûrê Sûriyê bihêne gotubêjkirin.
Biro herwiha got, civînên li Riyadê dê bo dema 3 rojan berdewam bin.
Çend roj berî niha Desteya Danûstandinan a Opozisyona Sûriyê lîsteya xwe 50 kesî bo komîteya amadekirina reşnivîsa destûra nû ya Sûriyê aşkere kir, ku 2 kesên ENKSê jî di vê komîteyê de cih digrin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin