The Independent li Tirkiyê dest bi wesanê kir

The Independent li Tirkiyê dest bi wesanê kir

PeyamaKurd – Rojnameya The Independend a ku navenda wê li Brîtanyayê ye û bi gelek zimanên cîhanê weşanê dike, li Tirkiyê jî îro dest bi weşanê kir.

Malpera www.independentturkish.com ku ev demeke bi tîmek rojnamevanan amadekariya wê tê kirin îro 15ê Nîsanê bi awayekî asayî dest bi weşana xwe kir.

Independent ji aliyê karsazê rûsî Alexander Lebedev û Koma Lêkolînan a Erebistana Siûdî (SRMG) ve weşanê dike.

Kordînatorê giştî yê The Independentê SRMGê Muhammed Zahid Gul û Gerînendeyê Giştî yê malpera tirkî ya Independentê jî rojnamevan û nivîskar Nevzat Çîçek e.

Serokê Desteya Rêveberiya SRMGê Abdurrahman er-Ruveytî li ser weşana tirkî ragihand ku mebesta wan ew e ku bi naverokeke profesyonel xwe bigihînin girseyeke mezin a tirkîzanan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin