PeyamaKurd- Weşana Rûsyayê ya bi navê Sputnikê ku bi 30 zimanan weşana elektronîk ya di ser sîteyan de dikir, weşana sîta Kurmancî da rawestandin.
Ajansa Sputnikê ku navneda wê Moskova ye, di sala 2014an de dest bi weşana xwe kiribû û ji 30 zimanî zêdetir weşanê dikir. Lê ajans do ragihand ku weşana xwe ya Kurmancî daye rawestandin.
Tê gotin ku bi îhtîmaleka mezin wê Tirkiye ji Moskovayê daxwaz kiribe da beşa Kurmancî bê girtin. Di vê mijarê de ragihandina Sputnikê weha ye:
“Xwendevanên delal! Em dixebitin da bi awayeka baş û hûrî xizmeta we bikin lê em mecbûrin ku dawî li weşana xwe ya Kurmancî bînin. Bo ji agahiyên herî dawiyê agahdar bibin, hun dikarin weşanên din yên Sputnikê bişopînin. Sipas bo we ku hun Sputnikê dişopînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin