Lavrov: Em li ser çareseriyên aştiyane axivîn

PeyamaKurd – Wezîrê Karûbarên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li civîna Rêxistina Hevkariya Şanghayê ya li bajarê ÇînênTianjinê bi Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê Ebbas Araqçî re civiya. Di civînê de rêyên dîtina çareseriyên aştiyane yên ji bo krîza li Îranê hatin nîqaşkirin.
Wezîrê Karûbarên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku ew û hevtayê xwe yê Îranê Ebbas Araqçî li ser rêyên dîtina çareseriyeke aştiyane yên ji bo krîza li Îranê axivîne.
Herdu wezîr di çarçoveya 25emîn Civîna Wezîrên Karên Derve yên Rêxistina Hevkariya Şanghayê (SCO) de civiyan ku li bajarê Tianjinê bakurê Çînê tê lidarxistin.
Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.




