PeyamaKurd – Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyonên du hefteyên dawî de, li 32 parêzgehan 170 gumanbarên DAIŞê hatine binçavkirin.
Ev operasyon bi hevrêziya Serdozgeriyên Giştî û bi hevkariya şaxên TEM û MÎTa Tirkiyeyê hatine encamdan. Gumanbar bi tawanên "endamtiya rêxistinê" û "fînansekirina DAIŞê" tên barkirin.
Heta niha ji gumanbaran 10 kes hatine girtin û 15 kes jî bi şertê kontrola edlî hatine berdan; lêpirsîna kesên din berdewam dike.