Li Afrîka Basûr ji ber lehiyê 45 kes mirin

Li Afrîka Basûr ji ber lehiyê 45 kes mirin

PeyamaKurd – Li Afrîka Başûr li eyaleta KwaZulu-Natalê bi sedema barana zêde lehî rabû û erd heziya. Di encamê de 45 kes jiyana xwe ji dest dan.

Di encama lehiyê de ji bilî miriyan gelek xanî, rê, pir roxiyan û konteynirên di lîmanan de wergeriyan. Gelek erebe ketin ber pêlên lehiyê. Niha li eyaletê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin. Li ser jimara candayiyan rêvebiriya kooperatîfa eyaletê weha got:

“Raporên dawiyê nîşan didin ku bi sedema baranê û lehiyê ji 45 kesî zêdetir jiyana xwe ji dest dane. Di raporên bê de, dibe ku jimara miriyan zêdetir bibe.”

Her weha li bajarê Dûrban a eyaletê elektrîk hatiye birîn ji ber santrala wan di bin avê de maye. Tesîsa safîkirina avê xesarê dîtiye.

Li başûrê eyaleta KwaZulu-Natalê dibe ku barana zêdetir bibare û ew jî bi xwe re lehiyê bîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin