Li balafirgeha Antalya polîsê xaneşîn hevala xwe ya biyanî kuşt

Li balafirgeha Antalya polîsê xaneşîn hevala xwe ya biyanî kuşt

PeyamaKurd – Li balafirgeha bajarê Antalya ya Tirkiyê di otoparka wê de, polîsê xaneşîn bi demança xwe li hevala xwe ya bi navê Elina Ş. (38) xist û wê kuşt.

Piştî kuştinê tîmên polîsan ji bo kujer H.D. (51) razî bikin da teslîm bibe xebitîn û wî xistin bin çav.

Elina Ş. Gurcistaniye û dema birîndar bû, wê bi ambûlansê birin nexweşxanê lê di rê de jiyana xwe ji dest da. Lêpirsîna li ser kuştinê dewam dike.