Li Bokanê du kurd ji ber amûrên Starlinkê hatin sizadan

Li Bokanê du kurd ji ber amûrên Starlinkê hatin sizadan

PeyamaKurd - Li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê, Dadgeha Cezayê bi tohmeta "kirîn, firotin û bazirganiya amûrên înterneta peykî ya Starlinkê" 2 sal cezayê girtîgehê da welatiyên kurd Rehîm Şîlanî û Azad Resûlîfard.

Ev her du welatî di 30ê Çileya 2026an de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve bêyî ti biryara dadgehê hatibûn desteserkirin.

Li gorî agahiyên saziyên mafên mirovan Rehîm Şîlanî û Azad Resûlîfard 52 rojan li navendeke desteserkirinê di lêpirsînê de mane û di vê heyamê de rastî îşkenceyeke giran hatine.

Her wiha hat ragihandin ku rê nehatiye dayîn ku ew bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Desthilata Îranê di salên dawî de, piştî qutkirin û astengkirina înternetê, yasayên li dijî hawirdekirin û bikaranîna amûrên peykî yên Starlinkê gelekî tundtir kirine.