PeyamaKurd – Li DYA li eyaleta Michiganê li herêma West Bloomfieldê bi erebê û çekan êrîşê birin ser sînagogekî Cihûyan. Êrîşker reviyan û FBI ji bo êrîşkeran bigrin, operasyonekî fireh dan destpêkirin.
Di sînagogê de ku îbadetxane û ciyê perwerda Cihûya ye, dibistan û kreşekî heye. Buroya Lêpirsîna Federal (FBI) û hêzên asayîşê ragihandin ku êrîşkerekî gumanbar erebê dajot, êrîşê sînagogê kiriye û bi hêzên asayîşê re şer kiriye.
Di dîmenên sînagogê de, ji ser banê sînagogê dûman bilind dibe, tîmên pêwendîdar çûne ciyê bûyerê û temamê dezgeyên perwerdê û yên din Cihûyan xwe xistin rewşa parastinê û çûn û hatina dezgeyan rakirin.
Di encamê de ti rûdanekî neyînî nebûye, kesê çekdar şopa xwe wenda kiriye, xwendevanên di dibistanên der û dor de tehliye kirine deverên din û hişyariyê dan xelkê heya operasyon biqede bila kes ji malên xwe dernê derve.
Li ser rûdanê li seranserê eyaletê li deverên din di dezge û îbadetxanên Cihûyan de tedbîrên ewlehiyê derxistine asta herî bilind.