Li Erebistana Siûdî qedexeya alkolê rabû

PeyamaKurd – Li Erebistana Siûdî qedexeya li ser firotina alkolê ya 73 salan hate rakirin û dê êdî alkol li hinek otel û kargehên turîzmê bi awayekî kontrol bê firotin.
Hate ragihandin ku wê di wan cihên hatine diyarkirin de bi awayekî kontrol şerab, bîra û cîder bên firotin û destûra vexwarina wan bê dayîn.
Ev biryar di çarçoveya hemleya modernbûnê ya Prensê Welîehd ê Siûdî Selman de hatiye dayîn. Erebistana Siûdî dixwaze bi pêngavê re wekî Îmarat û Behreynê ji turîzmê sûdeyê bistîne.
Ev nivîs 150 car hatiye xwendin.




