DAIŞê êrîşî Rojava kir: 5 endamên Asayişê hatin kuştin

DAIŞê êrîşî Rojava kir: 5 endamên Asayişê hatin kuştin

PeyamaKurd - Di êrîşeke DAIŞê de li ser xaleke hêzên ewlehiyê li bajarê Hesekê yê Rojava, pênc kesan canê xwe ji dest dan.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ya navenda wê li Brîtanyayê ye ragihand ku şaneyên DAIŞê êrîşî xalên kontrolê yên li ser rêya Deşîşa li gundewarê başûrê Hesekê kirin. Di encama êrîşê de pênc endamên Asayîşê canê xwe ji dest dan. Êrîşkar piştî bûyerê reviyan û xwe wenda kirin.

SOHR ragihand ku DAIŞ bi vê êrîşê armanc dike ku "refên xwe ji nû ve xurt bike û kaosê çêbike".

Li gorî SOHRê, ji destpêka sala 2025an vir ve, li deverên ku ji hêla Rêveberiya Xweser a Rojava ve têne rêvebirin, 126 êrîş ji hêla DAIŞê ve hatine kirin. Tê de gulebaran, sûîqestên armanckirî û teqîn hebûn û di encamê de 51 kes hatin kuştin. 34 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), 9 sivîl û 8 çeteyên DAIŞê canê xwe ji dest dan.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî gelek caran li ser gefên zêde yên DAIŞê hişyarî da.

 
 
Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.