Rejîma Îranê 2 girtiyên Kurd bi dar ve kirin

PeyamaKurd – Li gorî raporeke Saziya Mafê Mirov a Hengawê, Rejîma Îranê 2 girtiyên Kurd, Ehmed Elî Mehdînijad û Cewad Yarbeygî, bi dar ve kirin.
Hat ragihandin ku Ehmed Elî Mêhdînijad, xelkê bajarê Sehne yê parêzgeha Kirmaşanê, di sibeha 9ê Tîrmeha 2025an de li Girtîgeha Navendî ya Nehawendê (parêzgeha Hemedanê) hatiye bidarvekirin.
Hengawê diyar kir ku Mêhdînijad 2 sal berê bi tohmeta “kuştina biqest” hatiye girtin û cezayê bidarvekirinê lê hat birîn.
Her weha, sibeha 7ê Tîrmeha 2025an Cewad Yarbeygî, xelkê Kirmaşanê, lo Girtîgeha Navendî ya Erakê hate bidarvekirin.
Hengawê di heqê Yarbeygî de jî diyar kir ku ew bi tohmeta “madeyên hişbir" hatiye girtin û mehkûmî cezayê bidarvekirinê hat kirin.
Li gorî şopandin û tekezkirina Hengawê, heta niha, medyayên fermî yên rejîma Îranê û platformên nêzî Dezgeha Dadwerî derbarê darvekirina van girtiyên ji Rojhilatê Kurdistanê de, tu daxuyanî belav nekirine.
Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.





