Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşên li ser zeviyên petrolê şermezar kir

PeyamaKurd – Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşên bi balafirên bêpîlot ên 2 rojên dawî li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir.
Di daxuyaniyeke fermî de, Serokatiyê tekez kir ku ev êrîş serweriya welat û ewlehiya navxweyî tehdît dikin.
Di daxuyaniyê de weha hate gotin:
“Em êrîşên bi balafirên bêpîlot ên duh û îro li ser deverên cuda yên Herêma Kurdistanê, di nav de herêma Zêrxanê, bi tundî şermezar dikin. Di vê çarçoveyê de, zeviyên petrolê yên Hurmal û Sersingê hatin hedefgirtin. Hikûmeta Federal a Iraqê, divê hemû tedbîrên pêwîst û bibandor bigire da ku pêşî li van êrîşan bigire, sûcdaran tesbît bike û wan ceza bike. Ev êrîş gefê li serweriya welat, aramiya wê û veberhênanên navxweyî û biyanî dixwin.”
Êrîşên bi balafirên bêpîlot duh û îro li ser zeviyên petrolê yên Sersing û Hurmalê yên li bajarên Dihok û Hewlêrê yên Herêma Kurdistanê pêk hatin.
Ev nivîs 119 car hatiye xwendin.




