Li Duhokê êrîşa hewayî li ser Qada Petrolê ya Sersingê pêk hat!

Li Duhokê êrîşa hewayî li ser Qada Petrolê ya Sersingê pêk hat!

PeyamaKurd - Êrîşeke hewayî li ser Qada Petrolê ya Sersing li navçeya Amediye ya Duhokê hat kirin.

Berpirsê êrîşê û asta zerara li qadê hîn nayê zanîn.

HKN, şîrketa petrolê ya Amerîkî ku li qadê dixebite, di daxuyaniyekê de piştrast kir ku îro li dora saet 7:00ê sibehê teqînek li qada Sersing çêbûye.

Şîrketê daxuyaniyek weşand û got, "Sedema teqînê tê lêkolînkirin. Kar li tesîsê heta ku ewlehî were misogerkirin û nirxandin biqede hatiye rawestandin."

Şîrketê ragihand ku di bûyerê de ti karmend birîndar nebûne. Lêbelê, agirê ku ji ber êrîşê çêbûye hîn nehatiye vemirandin. Agirkuj dixebitin da ku agir bixin bin kontrolê.

Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.