DAIŞê li Hesekê êrîşî Asayîşa Rojavayê Kurdistanê kir: 5 endamên Asayîşê can da

DAIŞê li Hesekê êrîşî Asayîşa Rojavayê Kurdistanê kir: 5 endamên Asayîşê can da

PeyamaKurd – Duh di êrîşeke terorîstên DAIŞê de ya li dijî hêzên ewlehiyê ya li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, 5 endamên Asayîşê Rêvebiriya Xweser a Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest da.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) a ku navenda wê li Brîtanyayê ye, şaneyên DAIŞê êrîşî xalên kontrolê yên ewlehiyê li ser rêya gundê Daşîşa yê başûrê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê kir.

SOHRê ragihand ku di êrîşê de 5 endamên Asayîşê can da û piştre êrîşkaran şopa xwe da windakirin.

SOHRê diyar kir ku terorîstên DAIŞê bi vê êrîşê armanc kir ku "xwe ji nû ve xurt bike û kaosê pêk bîne."

Li gorî SOHRê,  ji destpêka sala 2025an vir ve, DAIŞê 126 êrîş li deverên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ve pêk anîne. Di nav wan de êrîşên çekdarî, sûîqest û bombebaran hene, ku di encamê de 51 kesan can da ye. 34 ji wan şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), 9 sivîl in û 8 terorîstên DAIŞê jî hatine kuştin.

Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.