Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê li ser êrîşa bi dronan daxuyanî da

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê li ser êrîşa bi dronan daxuyanî da

PeyamaKurd - Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa bi droneyan a doh êvarê li ser Qada Petrolê ya Hurmalê li Hewlêrê de daxuyaniyek weşand. Daxuyaniyê ragihand ku di êrîşê de tu ziyanên can çênebûne û tenê zerarên madî gihîştine lûleyên avê yên li îstasyona avê.

Doh êvarê, bi du balafirên bêmirov ên bombebarkirî êrîşek li ser Qada Petrolê ya Hurmal a li Hewlêrê hat kirin.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê derbarê êrîşê de daxuyaniyek weşand û got, "Di êrîşê de tu ziyanek negihîştiye canê kesî û zerar tenê gihîştiye boriyên avê yên îstasyona elektrîkê."

Di heman demê de, Wezaretê bûyer wekî "şermîn" bi nav kir û diyar kir ku êrîşên bi vî rengî binesaziya aborî ya Herêma Kurdistanê hedef digirin.

Êrîş doh êvarê saet di 22:00 de pêk hat. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hatine wergirtin, qada petrolê ji aliyê du balafirên bêmirov ên bombebarkirî ve hatiye hedefgirtin. Li gorî çavkaniyê, balafirên bêpîlot ji aliyê "hêzên hevalbend" ve hatine xistin.

Heman çavkaniya ewlehiyê her wiha ragihand ku droneke din li ezmanên herêmê hatiye dîtin, paşê winda bûye û muhtemelen vegeriyaye xala xwe ya destpêkê.

Demek kurt piştî êrîşê, Hêzên Dijî Terorê yên Kurdistanê daxuyaniyek belav kirin û gotin, "Îşev, di navbera saet 20:20 û 20:25an de, du dronên tijî bombe li qada petrolê ya Hurmala li Hewlêrê ketin. Bi xêra Xwedê, tu qurbanî çênebûn."

Hêzên Dijî Terorê herwiha diyar kirin ku di sibehê (14ê Tîrmehê) de li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê droneke din hatiye xistin: "Vê sibehê, droneke bombebarkirî li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hat xistin. Tu ziyana can û mal çênebû."

 
Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.