Li Ermenistanê hevpeymana ‘Zilamê Min’ bû yekemîn

Li Ermenistanê hevpeymana ‘Zilamê Min’ bû yekemîn

PeyamaKurd - Di hilbijartina pêşwext a Ermenistanê de, ku roja Yekşemê 9ê Kanûnê birêve çû de, hevpeymana bi navê ‘Zilamê Min’ bi ser ket.

Li gor encamên hilbijartinê hevpeymana ‘Zilamê Min’ a Nikol Paşinyan seroktiya wê dike 70,4%ê dengan wergirt û bû yekemîn.

Li Ermenistanê partiya serokwezîrê berê Serj Sarkisyan benda hilbijartinê derbas nekir û neket parlamentoyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin